Lijneya Herêma Kurdistanê ji bo çareserîyê çû Bexdayê

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Qubad Talabanî û lijneya pê re ji bo hinek hevdîtinan çû Bexdaya paytexta Iraqê.

Ekleme: 08.09.2020 15:25:15 / Güncelleme: 08.09.2020 15:25:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Semîr Hewramanîyê Berdevkê Çapemenîyê yê Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Qubad Talabanî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Hewramanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Ew ê di hevdîtinê de çareserîya problemên heyî yên di navbera Bexdayê-Hewlêrê de,  meselên aborî û pêşnûmaya qanûnê ya budçeya 2021î bê gotîbêjkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dahatên neft û derîyên sînor de dixwaze bi hikûmeta Iraqê re li hev bike û vê daxwaza xwe ji rayedarên Iraqî re ragihandiye.”(ÎLKHA)