56 kîlo eroîn hat bidestxistin

​Li navçeya Tuşbaya Wanê wesayîteke ku hat xwestin bê sekinandin revîya û qeza kir, di wesayîta ku qeza kir de 56 kîlo eroîn hat bidestxistin.

Ekleme: 07.09.2020 10:20:15 / Güncelleme: 07.09.2020 10:20:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîya Bajêr ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ekîbên polêsan li  nêzî Akkopruya navçeya Tuşbayê xwestin wesayîteke bi plaqeya Stenbolê ya şikdar bisekinînin; lê wesayît nesekinî û revîya. Wesayîta ku revîya qeza kir. Di encama lêgerîna ku hat kirin de di wesayîtê de 56 kîlo û 400 gram eroîn hat bidestxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo kesên şikdar ên ku revîyan bên girtin xebat hat destpêkirin.(ÎLKHA)