Li Efxanistanê 400 mehkûmên din ên ku endamê Talîbanê bûn hatin berdan

Di bergeha Peymana Dohayê ya ku di navbara Talîban û Amerîkayê de hat îmzekirin de 400 mahkûmên din ên ku endamên Talîbanê bûn hatin berdan.

Ekleme: 03.09.2020 13:20:17 / Güncelleme: 03.09.2020 13:20:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref birêveberîya Kabîlê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin;exlebeyê wan rayedarên payebilin ên ku Talîbanê ji Amerîka serbestberdana wan teleb kiribû tevde 400 mahkûmên ku endamên Talîbanê bûn hatin berdan.

Li gorî Peymana Dohayê ew ê birêveberîya Kabîlê 5 hezar endamên Talîbanê yên ku mahkûm in serbest berde.(ÎLKHA)