Charlie Hebdo dîsa di pey nemerdîyê de ye

Kovara Fransizan Charlie Hebdoyê ku dijminê Îslamê ye cardin dest bi nemerdî û rezîltîyê dike.

Ekleme: 01.09.2020 15:45:06 / Güncelleme: 01.09.2020 15:45:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kovar bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê karîkaturên ku pê heqaret li Hz. Muhammed tên kirin cardin bidin weşanê.

Kovara rezîl û nemerd a bi navê Charlie Hebdo berî niha bi karîkaturên ku belav kiribû heqaret li Pêxemberê me Hz. Muhammed kiribû.

Çalakîya Charlie Hebdo ya birayên Kouachî

Ji ber karîkaturên ku hatin weşandin û pê haqaret li Hz. Muhammed hatin kirin, du birayên bi navê Saîd û Şerîf Kouachî  di 7ê Çileya sala 2015an de  di ser avahîya kovarê de girtin û 8 jê rojnameger û tevde 12 kesî kuştin.(ÎLKHA)