25 serokên şaredarîyên navçe û nahîyeyên girêdayê Dihokê diguherin

Midûrtîya Şaredarîyên Bajara Dihokê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 01.09.2020 15:05:15 / Güncelleme: 01.09.2020 15:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midûrê Şaredarîyên Dihokê Dîyar Behrî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di nav sînorên Dihokê de tevde 47 şaredarî hene û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Hinek Serokên van şaredarîyan ev bû demek dirêj ku li ser wezîfê ne.Ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku 25 Serokên Şaredarîyên navçe û nahîyeyên girêdayê Dihokê bên guhartin da ku ji welatîyan re xizmeteke baştir bê dayîn. Ew ê ev qerar di demeke kurt de bê sepandin.”(ÎLKHA)