Komxebata Medyaya Civakî ya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin

Komxebeta “Jiyana Bi Nimêjê Xweş e” a ku ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve hat tertîpkirin îsal ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe li ser medyya civakî hat tertîpkirin

Ekleme: 31.08.2020 10:09:30 / Güncelleme: 31.08.2020 10:09:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komxebata li ser medyaya civakî wek du rûniştinan hat tertîpkirin û komxebat bi şikleke zindî li ser Rehber TV û qanala You Tube ya Platforma Nesla Qur’anê hat weşandin. Niştina ewil a komxebatê di seat 17.00an de û ya duyemîn jî di seat 21.00an de dest pê kir.

Mehmet Emîn Sutçu moderatorîya niştina ewil kir û Serokê Platforma Nesla Qur’anê Mehmet Emîn Şîmşek axavtina silavdayîn û destpêkê kir.

Piştî axavtina Şîmşekî, Nivîskar Abdullah Yildiz axavtineke kurt kir û komxebat bi tîlaweta Qur’ana Kerîm berdewam kir.

Di niştina ewil a komxebatê de Prof. Dr. Faruk Beşer, Emîr Edîp Eşê Damêzrînerê Weqfa Futuwwetê û Nivîskar Ozkan Yaman axavtinek kirin.

Niştina duyemîn a komxebatê jî di seat 21.00an de bi axavtina silavdayînê ya Nivîskar Mehmed Goktaş dest pê kir. Dr. Burhan Îşlîyen, Nivîskar Ahmet Bulut û Nivîskar Aydin Dagli beşdarî niştina duyemîn bûn û axavtinek kirin.

Di dawîya bernameyê de ji teref Mehmet Dîrî ve encamnameya komxebatê hat xwendin û komxebat bi dawî bû.

Metna encamnameya komxebatê:

1.Nimêj; bi însan dide zanîn ku ew evdê Xweda ye, her tim li hizûra Wî û di bin çavdêrîya Wî de ye.Ev yek şûûr û hêzeke manewî ye da ku mirov pê xwe ji temamê nebaşî û neqencîyan muhafeze bike. Bi emrekî rojê pênc caran em derên hizûra Wî ku ev yek dibe wesîle întîzameke kamil bê tesîskirin û dibe wesîle ku him şexsî û him jî civakî jiyan di nava îstqametekî de bê îdamekirin.

2.Nimêja bi cemaat, jiyana pêkve û hevkarîyê bi hêz dike. Di dema nimêja bi cemaat de zengîn û feqîr ferq nake hemû kes di heman sefê de cî digirin û bi heman hestê li hizûra Xweda diçin secdê. Bi vî halî tê zanîn ku serdestî bes di taqwayê de ye. Her wisa ev hesta alî dermanê nexweşîya kîbrê ye.

3. “Gotin: ‘Ya Şuayb!Gelo nimêja te ye ku ji me daxwaz dike em dev ji bawerîya bav û kalên xwe berdin yan jî xerckirina malên xwe ya li gor dilê xwe terk bikin ?”(Hûd-87)

Ferqa herî mezin a ku kesê mumîn û kafir ji hev cuda dike nimêj e. Dema ku civakek ji bo bawerîyên jirêderketî terk bike bang lê tê kirin, ew civak sedema vê banga terkkirinê wek nimêjê nîşan dide ku ev yek bi xwe bi me dide nîşandan nimêj hareketa tewhîdê ye.

Divê nimêj di navenda jiyana dawetvanekî de be.Dema ku navê dawetvanekî hat zikirkirin divê ew kes bi nimêja xwe bê bîran. Divê nimêj, di jiyana dawetvanekî de wisa cî bigire ku dema ku ew, însanan vexwand xêrê bila bê zanîn ev dawet parçeyeke wê nimêjê  bi xwe ye.

4. “Nimêjê ji malbata xwe re ferman bike. Tu jî nimêja xwe her tim bike û di vî warî de bi qerer be…(Taha-132)

Wezîfeya herî mezin a dê û bavan ew e ku zarokên xwe wek warisê siccadeyên xwe perwerde bikin.

Kirina nimêjê û ji malbatê re fermankirin/hînkirina nimêjê û bi banga azanê li gor emrê Xweda hereketkirin, di mirovan de şûûra îttatê bi cî dike.Bi vê yekê ew hesta îtaata li hember dê û bav a ku malbatê li ser pîyan digire saxlam dibe.

5. “Mislimanên heqîqî gihaştine rizgarî û xelasîyê, ew kes di nimêjên xwe de di nava xuşûyê de ne.”(Mu’mînun-1-2)

Nimêj wasitaya felah/rizgarîyê ye. Nimêja ku dê bibe wesîleya xelasîyê ew nimêja ku ji dil û can di nava xuşûyê de tê kirin e.Mumînê ku nimêja xwe di nava xuşûyê de eda dike, aczîyeta xwe ya li hember mezinahîya Xwedê fam dike. Dema ku meriv nimêja xwe di nava xuşûyê de eda bike  ew ê li hember Wî Xwedayê ku hemû kes muxtacê Wî ye; lê Ew ne muxtacî tu kesî ye, bibe xwedîyê aramî, hizûr û dilrihetîyê.

6.Nimêj bes ji çend hereketên ku meriv dike pêk nayê.Nimêj; diaya mezintirîn, nîşaneya mezintirîn a evdîtîyê ye. Dîsa nimêj; tevahîya îbedetan û  camî jî cihê nûrê ye.

Divê meriv bi çavê adet û kevneşopîyê li nimêjê mêze neke û pêwîst e nimêjê ji mana û ehemîyeta ku Îslamê dayê dûr nexe. Ger ev yek bê kirin wê demê dê cihê nimêjê ya di qelban de birîndar bibe.

Divê ummet  gavên cûrbecûr û saxlam di vî warî de li dijî hareketên îfsad û xerakirinê bavêje  û bi ezm û îxlas li dijî wan micadele bike.

7.Divê em nimêja wan sehabîyên ku telebeyên Hz. Muhammedê ku mamosteyê herî mezin in, zanibin  û qedr û qiymeta wê nimêja ku di melatîya Hz. Muhammed de hatiye kirin zanibin. Ger em van tiştan zanibin wê demê ev tê wê maneya ku em jî di pey wî melayê mezin de sef digirin.

Di navenda jiyana Resûlê Xweda de nimêj û di navenda bajara Medînê de mizgeft hebû. Jiyana wî ya rojane li gorî nimêjê bû. Ji bo em karibin bigihijin wan rojên xweş ên ku em wanan daxwaz dikin, divê em vê metoda Resûlê Xweda di jiyana xwe de tetbîq bikin. Divê em planên bajar û taxên xwe li gorî vê yekê bikin.

8.Ji bo însanekî ku bi aqil e, terbîyeya îradê şert e. Ger, însan gah di kêlîya herî şêrîn a xewa xwe de şîyar bibe gah di nav xirecirên herî zêde yên cîhanê de navberê bide û berê xwe bide Xweda û vê yekê rojê 5 caran bike û ji vê yekê qet aciz nebe ev yek metoda terbîyê ya bi hêz a ku însan terbîye dike ye.

9.  Xweda gotiye: “Min cin û însanan xuliqand da ku ji min re evdîtîyê biklin”(Zarîyat-56) Xweda bi vê yekê armanca xuliqandina insên diyar dike.Muhîmtirîn îbadet û evdîtî, îbadeta nimêjê ye ku ew di Mîracê de hatiye ferzkirin û Hz. Pêxember ji bo wê gotiye “Nûra çavê min.” Kesê ku qedr û qiymet bide nimêjê qedr û qiymetê dide dînê xwe.

Hedefa  me vê fermana Xweda di navenda jiyana xwe de bicîkirin e: “Nimêja min, îbadetên min, jiyana min û mirina min bes ji bo Allah e ku ew Rebbê aleman e.”(Enam-162) Divê xayeya me bicîanîna vê fermana Rebbê me be: “Ji gotina wî kesê ku însanan dawetî Xweda dike, amelên salih dike û dibêje ‘bêşiphe ez ji mislimanan im.’ gotina kî xweştir?”(Fussîlet-33) Diaya ku Rebbê me hînî Hz. Îbrahîm kiriye diaya me ye: “Ey Rebbê min! Min û kesên ku dê ji nesla min bin bike ji wan kesên ku nimêja xwe bi heqê wê eda dikin. Ey Rebbê me! Diayên me qebûl bike.”(Îbrahîm-40)

10. Bi vê minasebetê em  ji bo nimêja ku dinya û axreta me dike nîzamê bi şîara “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” dixwazin balan bikşînin li ser jihevcûdanebûna Jiyan-Nimêjê û bi kurtasî dibêjin: “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e û Jiyan Bi Nimêjê Jiyan e.” (ÎLKHA)

 

Encamnameya komxebatê bi zimanên Îngîlîz, Tirkî, Farisî, Erebî ûbi  Kurdîya Kurmancî/Soranî/Zazakî jî hat weşandin.

Ji bo encamnameya bi Soranî bitikenin.

Ji bo encamnameya bi Zazakî bitikenin.

Ji bo encamnameya bi Erebî bitikenin.

Ji bo encamnameya bi Tirkî bitikenin.

Ji bo encamnameya bi Farisî bitikenin.

Ji bo encamnameya bi Îngîlîzî bitikenin.