Li Nîjerê ji ber lehîyan 45 kes canê xwe ji dest dan

Li welêt ji ber lehîyên ku ji meha hezîranê vir ve ji ber barana zêde radibe heta niha zêdetirî 200 hezar kesî bi şiklekî menfî tesîrdar bûn.

Ekleme: 28.08.2020 09:50:12 / Güncelleme: 28.08.2020 09:50:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref  Wezareta Birêveberîya Afetê yê Nîjerê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji ber lehîyan heta niha 20 hezar mal, 24 camî di bin avê de man, 5 hezar dewar telef bûn, 448 depoyê zad û bi hezaran erdên çndî di bin avê de man.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber lehîyan heta niha 45 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)