Li Îranê di 24 seatên dawî de 117 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 117 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 21 hezar û 137 kesî.

Ekleme: 27.08.2020 16:40:18 / Güncelleme: 27.08.2020 16:40:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 21 hezar û 137an û bi pêketina 2 hezar û 190 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 367 hezar û 796 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 117 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 21 hezar û 137 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  367  hezar û  796  kesî.”(ÎLKHA)