Nurî Gulerê ku kekê Fesîh Guler Xoce ye derbarê birayê xwe de destnîşan kir, di nav malbatê de kesê ku herî zêde jê dihat hezkirin ew bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Fesîh Xoce di sala 1971î de ji dayik bû. Em tevde 4 bira ne û Fesîh ê sêyemîn bû. Dema ku birayê min Fesîh 4 salî bû, me ji gundê Sîpyagê mala xwe bar kir Çinarê. Dibe ku carinan min û birayên xwe dilê hev hiştibe;lê belê ew di nav me de kesê herî helîm û selîm bû û herî zêde di nav malbatê de ew dihat hezkirin.”
Kekê Nûrî di berdewama axavtina xwe de qala xwedîderketina malbata xwe ya Îslamê kir û got: “Em wek malbatê ne dûrî doza Îslamê bûn. Berîya salên 1980î jî em li Çinarê bi micadeleya Îslamî dihatin nasîn. Lê di sala 1988an de me bi şiklelî kamil micadeleya Îslamî nas kir. Di wan deman de me kitêb dikirî û dida birayên xwe. Fesîh di wan pêlan de xwendekarê lîsê bû.”
“Fesîh di micadeleya Îslamî de gelek zêde jêhatî bû”
Kekê Nûrî di berdewama axavtina xwe de qala rûhê micadeleya Fesîh Xoce ya di salên zanîngehê de kir û axavtina xwe wisa domand: “Piştî ku wî doza Îslamê nas kir re bi şikleke îstîqrar di nav dozê de cî girt. Dema ku lîse qedandibû û li Diyarbekirê dest bi zanîngehê kiribû carinan dihat Çinarê. Dema ku dihat berî ku were malê diçû mizgefta li taxê û bi xwendekarên xwe re eleqedar dibû. Temamê wextê xwe li wê derê bi wan re derbas dikir. Niha jî xwendekarên wê demê dibêjin ‘Em bi xwarina hêk û bacan a ku Fesîh Xoce ji me re çêdikir mezin bûn.’ Fesîh di micadeleya Îslamî de gelek zêde jêhatî bû ku me vê jêhatîbûna wî texmîn nedikir ku ev qas zêde be.”
Nûrî Guler di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Piştî ku di heyama zanîngehê de bûyer dest pê kirin re zextekî gelekî mezin li Mislimanan hat kirin” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî zext dest pê kirin re êdî Fesîh nema hat Çinarê.Hetta êrîşa çekdarî li wî bi xwe hatibû kirin û ji ber ku hevalê wî xwe dabû ber berika ku hatibû avêtin tiştek bi wî nehatibû û hevalê wî xazî bûbû. Di wan heyaman de gelek hevalên wî yên mîna Sertîp, Murad û Abdulcelîl hatibûn şehîdkirin.”
“Ji bo ku karibe di oxira Îslamê de zêdetir bixebite ji mamostetîyê îstîfa kir”
Kekê Nûrî di berwama axavtina xwe de wisa qala fedakarîya birayê xwe Fesîh Xoce kir: “Di nav birayên de ê ku him di hepsê de him jî li derve herî zêde pê re maye û wext derbas kiriye ez im. Ez şahid im, dema ku wî li lîseyê doza Îslamê nas kir di pêvajoya pêş de ew bû parçeyeke micadeleya Îslamî û serê xwe bi tiştekî din re nediêşand. Digel ku ez jê mezintir bûm jî dîsa ew ji me temaman kamiltir bû. Hevalên wî yên ku dihatin tazîyeya wî, qala fedakarî, exlaq û îxlasa wî dikirin. Dibe ku ji ber taybetîyên wî Xweda barê Îslamê dabû li ser milên wî. Birayê min piştî ku zanîngehê qedand re di sala 1966an de li navçeya Pîrana Diyarbekirê dest bi mamostetîyê kir. Piştî demekê tayîna wî derket Diyarbekirê. Ew ji bo ku karibe di oxira Îslamê de zêdetir bixebite ji mamostetîyê îstîfa kir.Bi gotineke din dawa çi jê xwestibe temamî bi cî anî û xwe neda paş.Piştî ku îstîfa kir re jiyana wî ya muhaceratê dest pê kir ku ji ber vê yekê nikaribû werê mala xwe. Piştî salên 2000î ez jî bûm muhacir ku di vê pêvajoyê de li çend cihan em bi hev ra man. Di operasyoneke mezin a ku di wê demê hatibû kirin de birayê min û hevalên wî hatibûn girtin; lê ez xelas bûbûm. Birayê min Fesîh 73 rojan di bin binçavîyê de ma û gelek îşkence lê hatin kirin. Piştî ku ew ket hepsê 7 meh derbas bûn û ez jî hatim girtin û min şandin girtîgeha ku ew lê dima.”
Kekê Nûrî di berdewama axavtina xwe de qala pêvajoya girtîgehê ya birayê xwe kir û got: “Di girtîgehê de 2 sal û nîv em bi hev re man. Ez gelek zêde bûm şahidîya fedakarîya wî. Digel ku 4 salan jê mezintir bûm jî di gelek mijaran de min wî ji xwe re mînak distand. Gelek mehkûm dema ku di derdê derketina derve de bûn, ew û Mela Seîd di derdê Îslam û xizmeta Îslamê de bûn. Ew bi derd û kulên hevalên xwe eleqedar dibûn. Yanî micadele ji bo wan di girtîgehê bi xwe de jî berdewam dikir.Piştî 2 sal û nîv pêşî ez û dû re ew ji girtîgehê derket. Piştî ku ew ji girtîgehê derket neda pey malê dinyayê û micadeleya xwe domand.Heta di vê pêvajoyê de ji malbata xwe gelek zêde dûr ma û di vî warî de qet teqsîr jî nedikir. Yanî ji sala 1988an bigire heta ku wefat kir di nava micadelê de bû. Min xwezîya xwe bi jiyana wî dianî. Ew him bi jiyana xwe ya di nav malbatê de û him jî bi jiyana xwe ya li derve mînak bû”
Nezîr Gulerê ku birayê Fesîh Guler Xoce ye û 3 salan jê biçûk e, destnîşan kir; zarokatîya wan pevre derbas bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di salên dibistana destpêkê de me bi hev re dixwand, ew her tim li min xwedî derdiket. Ji ber exlaqê xwe ya xweş her tim herî zêde yê ku jê dihat hezkirin ew bû.Dîsa di salên lîseyê de em pêkve diçûn camîyê û me dersa Qur’anê dida xwendekaran.”
Nezîr Guler di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir temamê jiyana Fesîh Xoce ji bo doza Îslamê bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew ji bo dinyayê qet nexebitî; hetta ew ji bo dozê ciwanîya xwe, karê xwe û sihheta xwe feda kir. Lê belê tu carî ji doza xwe tawîz neda. Nexweş bû, lê belê vê yekê ji bo xwe nedikir hincet û dixebitî.Her tim di sefên pêş de bû. Ew him kekê min û him jî mamosteyê min bû. Lewra di her mijarî de min pê re îstîşare dikin û min wî ji xwe re mînak distand.”
Guler di berdewama axavtina xwe qala wefata kekê xwe kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber dermanên gurçikan bi vê nexweşîya vîrusê ket. Lewra ji ber van dermanan bedena wî êdî bêmuhafeze mabû, nikaribû xwe biparêze.Dema ku nexweş bû jî di cihê xwe nedisekinî û xwe ji Îslamê re feda kiribû. Em bi kekê xwe serbilind in û em pê îftîxar dikin. Lewra wî xwe ji Îslamê re feda kiribû ku ji ber vê yekê em bawer in ew digel şehîdan e.Xweda wek mukafat wî girt ba xwe. Xweda me bike ji wan kesên ku di rêya wî de dimeşin.”
Guler di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir; digel ev vîrus hebû hevaldozên wî, ew tenê nehiştin û beşdarî merasîma cinazê bûn. Guler dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Xweda ji temamê kesên ku beşdarî merasîmê bûn razî be.”(ÎLKHA)