Li Efxanistanê lehî: Herî kêm 150 kes canê xwe ji dest dan

Ji ber barana zêde li parêzgeha Parwana Efxanistanê lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de herî kêm 150 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 26.08.2020 13:45:17 / Güncelleme: 26.08.2020 13:45:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku nêzî 2 seatan li herêmê barîye lehî rabû. Tê diyarkirin di nav 150 kesên ku canê xwe ji dest dane de zarok û pîrek jî hene.

Li herêmê ji ber lehîyê 300 mal xera bûn û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)