Nêçîrvan Barzanî: Divê Hikûmeta Iraqê qurbanî û kesukarên enfalkiriyan qerebû bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera enfalkirina Badînanê de peyamek belav kir.

Ekleme: 25.08.2020 23:30:15 / Güncelleme: 25.08.2020 23:30:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di peyama ku belav kir de destnîşan kir: “Divê Hikûmeta Federaliya Iraqê erkê xwe yê yasayî û biryara Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê bi cîh bike ku tûfana Enfalê bi tawana dijî mirovayetî û jenosayd û cengê nasandiye û qurbanî û kesukarên enfalkiriyan li hemû rûyekê ve qerebû bike.”

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê

“Îro em bi rêz û rûmetê ve bîranîna qurbaniyên Enfala Behdînan dikin, rêz û hûrmet ji bo giyanê pakê şehîdan û silav ji bo kesukarên wan yê serbilind re dişînîn. Li berdewamiya wan êrîş û tûfanan de û li tawaneke dinê dirinde da, sala 1988 rejîma Be’es (180) hezar welatiyên Kurdistanê her ji Germiyanê ve heta Behdînan bê cûdahî bêseruşûn û şehîd kir û hemû şûnewareke jiyanê li hezaran gûnd û dêhatên Kurdistan jêbir.

Di 25ê Tebaxê heta 6ê Eylûla 1988 li piştî qonaxên Enfalê da herî zêde navçeyên Behdînanê hatin kîmyabaran kirin û hemû pêkhatên xelkê navçeyê ji aliyê pênc firqeyên serbazî ve rûbirûyê girtin û kuştin û raguhestinê bûn, mizgeft û dêr û gundên Behdînan ber êrîşê ketin û wêran kirin, ewên ku ji tawanê rizgar jî bûn, ber bi Îran û Tirkiye û welatên din ve koçber û derbeder bûn.

Di vê salvegerê da dûpat dikîn divê Hikûmeta Federaliya Iraqê erkê xwe yasayî û biryara Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê bi cîh bike ku tûfana Enfalê bi tawana dijî mirovayetî û jenosayd û cengê nasandiye û qurbanî û kesukarên enfalkiriyan li hemû rûyekê ve qerebû bike, li Herêma Kurdistanê jî xizmeta zêdetir li qurbaniyên enfal û dûvdaçûnê jî, ji bo çarenivîsa wendabûyan bê kirin. Her wiha li dokumentkirina tawanan û hewldanên ji bo nasandina wan ya bi jenosayd li ser asta navdewletî ji bo rêgirîkirina li dûbarebûne wan ya li her cîheke cîhanê de berdewam bîn.

Divê bîranîna Enfalê handereke me yê zêdetir bê ji bo bihêzkirina tebayî û yekrêziya aliyan û pêkhatên Kurdistanê û ew rûpelên dîrok pêwîste bibine hewêna lêborînî û aştî û pêkvejiyan û parastina destkeftên Kurdistanê ku ewe jî baştirîn wefadariye ji bo xwîna şehîdan. Her li vê bîranînê da spas û pêzanînên xwe ji bo xelkê Hewlêr û dewrubera wê dûpat dikîn ku bi hemû awayekê hevkariya xelkê lêqewimiyê Behdînan kirin ku li wê tûfanê de vegihestibûn wargeha Cêjnîkan, camêrî û mirovperweriya wan tu demekê nayê ji bîr kirin.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.”(ÎLKHA)