Li Kurdistanê di 24 seatên dawî de 18 kes canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 18 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 677 kes jî bi vîrusê ketin.

Ekleme: 25.08.2020 16:25:14 / Güncelleme: 25.08.2020 16:25:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 18 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 677 kes jî bi vîrusê ketin.

Lı gorî daneyên dawî hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 929 kesî. (ÎLKHA)