Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de 427 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Bi mirina 427 kesên din hejmara kesên ku li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin derket 181 hezar û 114 kesî.

Ekleme: 25.08.2020 12:25:14 / Güncelleme: 25.08.2020 12:25:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 33 hezar kes bi coronavîrusê ketin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 33 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 5 milyon û 915 hezar û 630  kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 427 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 181 hezar û 114 kesî.(ÎLKHA)