Li Bangledeşê li ser navê merhûm Fesîh Guler Xoce êtîmxane tê çêkirin

Li ser navê zilamê fedakar û xwedî dawa Fesîh Guler Xoceyê ku temamê emrê xwe ji Îslamê re feda kiribû û heftîya borî ji ber êşa Coronavîrusê çûbû rehma Xweda li Bangledeşê êtîmxane tê çêkirin.

Ekleme: 24.08.2020 13:25:19 / Güncelleme: 24.08.2020 13:25:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êtîmxaneya ku ji teref Weqfa Yetîman ve li Bangledeşê  li ser navê Fesîh Guler Xoce  tê çêkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êtîmxaneya ku dê bê çêkirin ji 4 hezar û 46 metre çarçik pêk tê û tevde ji 13 beşan pêk tê.

Di avahîya ku dê bê înşaakirin de salona xwendinê, xwaringeh, mitbax, serşo,  destav, salona konferansê, oda ofîsê, odaya bêhnvedanê û odayên xwendevanan heye.

Fesîh Guler Xoce kî ye?

Gulerê ku di salên 1990î de mamostetî dikir ji wezîfeya xwe îstîfa kir û emrê xwe ji doza Îslamê re feda kir. Guler ji ber xebat û xizmetên xwe yên Îslamî di navbera salên 1997-2000î de bû muhacir. Guler di sala 2000î de bi kumpas û komployên FETO hat desteserkirin û 3 mehan îşkenceyên gelek giran û xedar lê hatin kirin û 7 salan di girtîgehê de hat girtin. Fesîh Xoca di sala 2012an de ji ber verişîn û sergejekîyê serî li Nexweşxaneya  Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Diyarbekirê da . Di encama tahlîlên ku hatin kirin de hat teşxîskirin ku pê re nexweşîya gurçikan heye. Ji ber îşkenceyên giran û xedar ên ku di salên 90î de lê hatibûn kirin her 2 gurçikên wî hatin girtin û bi gurçikeke ku birayê wî Nurî Guler dayê neqla gurçikê lê hat kirin. Fesîh Guler zewicî bû bavê 4 zarokan bû.(ÎLKHA)