Erdogan: “Di lehîya li Gîresunê de 5 mirî 12 birîndarên me hene”

Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir, li herêmê xebatên rizgarkirinê berdewam dikin û heta niha nêzî 150 kesên ku mahsûr mabûn hatin rizgarkirin.

Ekleme: 23.08.2020 16:09:25 / Güncelleme: 23.08.2020 16:09:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Erdogan di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Li gorî daneyên ewil ên ku hatine li ber destên me di encama lehîya ku li Gîresûnê rabû de 5 welatîyên me canê xwe ji dest dan û 12 welatîyên me jî birîndar bûn. Li herêmê xebatên rizgarkirinê berdewam dikin û heta niha nêzî 150 kesên ku mahsûr mabûn hatin rizgarkirin.”(ÎLKHA)