Doh êvarî hinek kesên ku nasnameyên wan diyar in êrîş birin li ser buroya Helepçê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê û avahîya şaredarî û qeymeqamtîyê şewitandin.
Derbarê mijarê de ji teref Berpisê Berpirsê baskê Helebçê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê Besam Elî ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Elî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir; şeva borî bi rêya motorsîkletan ve gule li buroya wan hatine berdan û pişt re jî di seat 12:00ê şevê de ji çar aliyan ve êrîş li ser buroya wan hatiye kirin û çekên curbecur hatine bikaranîn.
Besam Elî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Bes tenê êrîş li buroya me hat kirin ku ev yek jî pir ecêb e.” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Divê kesên êrîşkar demildest bên qefaltin û divê li dijî van kesên êrîşkar tevdîrên yasayî bên girtin. Tişta ku doh şevî din pêk hat ne xwepêşandan bû, çek hat bikaranîn û ev êrîş li ser avahîyên hikûmetê û buroya PDKê hat kirin.’’(ÎLKHA)