Li Gîresûnê lehî: 5 jê leşker 12 kes winda bûn

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê destnîşan kir, di encama lehîya ku li Gîresûnê rabû de 5 jê leşker 12 kes winda bûn.

Ekleme: 23.08.2020 10:40:17 / Güncelleme: 23.08.2020 10:40:17 / Xeberen Kurdi / Giresun Haberleri
Destek için 

Ji ber barana ku doh zêde barîya li Gîresûnê lehî rabû û Nehrên Abdal û Derelî bi ser ve çûn. Di encama lehîya ku rabû de Rêbeja Gîresûn-Derelî-Sêwasê hat girtin.

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Soylu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di encama lehîya ku li Gîresûnê rabû de 5 jê leşker 12 kes winda bûn.(ÎLKHA)