Li Diyarbekirê derketina derve ji bo kesên emrê wan li ser 65 salan e hat qedexekirin

Bi qerara ku ji teref Lijneya Hifzissihaya Umumî ya Bajara Diyarbekirê derketina derve ji bo kesên emrê wan li ser 65 salan e hat qedexekirin.

Ekleme: 21.08.2020 11:05:15 / Güncelleme: 21.08.2020 11:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama civîna ku di serokatîya Walîyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu hat kirin de di çarçoveya micadeleya Coronavîrusê de hinek qerarên nû hatin dayîn.

Li gorî qerara ku hatiye dayîn di navbera seat 07:00- 10:00 û 16:00- 20:00an de ji bo kesên ku emrê wan ji 65 salan zêdetir e derketina derve hat qedexekirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; ew ê ji kesên ku li gorî qerara ku hatiye standin hereket nekin re ceza bê birîn.(ÎLKHA)