Li Efrîkaya Başûr hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin 600 hezarî derbas kir

Di 24 seatên dawî li Efrîkaya Başûr 3 hezar û 916 kes bi Coronavîrusê ketin.

Ekleme: 20.08.2020 15:15:14 / Güncelleme: 20.08.2020 15:15:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hatine belavkirin di 24 seatên dawî li Efrîkaya Başûr 3 hezar û 916 kes bi Coronavîrusê ketin ku bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 596 hezar û 60 kesî.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 159 kes ji ber vîrusê mirin û hejmara kesên mirî derket 12 hezar û 423 kesî.(ÎLKHA)