Mînîbusa ku karkeran vediguhast qeza kir: 16 birîndar

Li navçeya Termeya Samsûnê mînîbuseke ku karkerên fabrîqê vediguhast qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 16 karker birîndar bûn.

Ekleme: 20.08.2020 14:30:13 / Güncelleme: 20.08.2020 14:30:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li nêzî mewqîya Karacaliyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir mînîbus li refujê qelibî û qulibî.

16 kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)