Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî peyama sersala Hicrî weşand

Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama ku weşand de sersala Hicrî ya Mislimanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

Ekleme: 20.08.2020 11:05:14 / Güncelleme: 20.08.2020 11:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokwezîr Barzanî di peyama ku weşand de wisa got:

“Ez daxwaz dikim ku sala nû ya Hicrî bibe wesîleya xêr û bereketê. Ez hêvîdar im  di vê sala nû de felaket û qeyranên li Kurdistan û cîhanê bi dawî bibin. Salvegera  hicreta bi rûmet a Pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed(s.x.l)  ji temamê Mislimanan re mibarek be.”(ÎLKHA)