Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 15 milyon û 309 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 15 milyon û 309 hezar û 32 kesî.

Ekleme: 20.08.2020 10:40:14 / Güncelleme: 20.08.2020 10:40:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar  3 milyon û  62  hezar û  755 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 791 hezar û 90  kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 22 milyon û 588 hezar û 815 kesan.(ÎLKHA)