Erdogan û Putîn hevdîtin kirin

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn li ser telefonê hevdîtin kirin.

Ekleme: 17.08.2020 15:20:13 / Güncelleme: 17.08.2020 15:20:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtina ku hat kirin pêwendîyên du alî û nexasim meseleyên mîna turîzm, enerjî û îqtîsadî hatin nirxandin û micadeleya hevpar a li dijî Coronavîrusê gotûbêj hat kirin.

Her wisa di hevdîtinê de geşedanên li Behra Spî û Lîbyayê hatin nirxandin.(ÎLKHA)