Wezareta Parastinê ya Tirkîyê: Li Îdlîbê êrîş li wesayîta me ya dewrîyê hat kirin

Wezareta Parastinê ya Tirkîyê destnîşan kir, di encama êrîşa ku hat kirin de wesayîtek zirar dît.

Ekleme: 17.08.2020 14:55:13 / Güncelleme: 17.08.2020 14:55:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; dewrîyeya 25emîn a hevpar a li ser Rêbeja M4 a Tirkîye-Rûsyayê hat temamkirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di dema dewrîyê de terorîstan êrîş birin li ser wesayîtên me ku ji ber êrîşê wesayîteke me zirarek dît. Li herêmê operasyon hat destpêkirin.”(ÎLKHA)