Rejîma îşxalê ya siyonîstan Xazzê bombebaran kir

Rejîma siyonîstan a ku ev bû heftîyek li ser hev êrîşî Xazzê dike vê şeveqê jî êrîşa asîmanî bir li ser Xazzê.

Ekleme: 16.08.2020 14:25:14 / Güncelleme: 16.08.2020 14:25:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin rejîma siyonîst a îşxalkeran vê şeveqê bi balafirên şer  êrîşî mewzîyên Qadîsîyye ên ku aîdî Hamasê bûn kir. Di êrîşa ku hat kirin 6 mûşek hatin avêtin hedefên Hamasê.

Ji ber êrîşa ku hat kirin zirareke mezin li derdora pêk hat. Tê diyarkirin siyonîstên îşxalker  êrîşî çend warên din jî kirin.

Ji ber êrîşên ku hatin kirin tiştek bi serê tu kesî nehat; lê belê zirar pêk hat.(ÎLKHA)