Mesrûr Barzanî: “PDK ji bo xelkê Kurdistanê bûye keleheke pola”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi daxuyanîya ku di salvegera damezrandina PDKê belav kir de destnîşan kir: “PDK xwediyê bi sedan destan û serkeftin û çendîn destkeftên dîrokî bo gelê Kurdistanê bi dest xistine."

Ekleme: 16.08.2020 09:05:13 / Güncelleme: 16.08.2020 09:05:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û rojbûna Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û ragihand: “PDK xwediyê bi sedan destan û serkeftin û çendîn destkeftên dîrokî bo gelê Kurdistanê bi dest xistine û ji bo hemû xelkê Kurdistanê li hemû parçeyan keleheke pola bûye.”

Temamê metna daxuyanîya ku ji teref Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatiye belavkirin wisa ye:

“Damezrandina PDKê weke partiya demokrat a herî mezin û serdemî ya cemawerî, li cografyaya herî berfireh a seranserê Kurdistanê, werçerxanek bû di xebata rizgarîxwaz a gelê me de, ku hemû azadîxwaz di bin sîwan û rêberiya bavê neteweya me Barzaniyê Nemir de kom bûne û ruhê berxwedan û xweragiriyê di nav hemû nîştimanperweran de zindî kiriye.

Bi dirêjahiya dîroka tijî serweriya rûbirûbûna zilm û sitem û parastina nasnameya neteweya gelê Kurd, PDK xwediyê bi sedan destan û serkeftin û çendîn destkeftên dîrokî bo gelê Kurdistanê bi dest xistine û keleheke pola bûye ji bo hemû xelkê Kurdistanê li hemû parçeyan û hemû azadîxwazên li seranserê Rojhilata Navîn.

PDK û Barzanî bûn sembola parastina mafên rewa yên xelkê Kurdistanê. Ji ber vê yekê ye ku êrîşên dijminan, berî hes kesî bi ser PDKê de ye. Baweriya neguhertî ya PDKê di xebata berdewam û xwenetewandin de, wisa kiriye ku li gel alî û partiyên din ên têkoşer, hebûna Kurdistanî were ser nexşeya siyaseta cîhanê.

Serok Barzanî weke rêberekî nîştimanî, çi li bereyên şer li dijî dijmin û terorîstan, çi jî li ser asta dîplomasiya cîhanî, îradeya gelê Kurdistanê serxet û pêkvejiyana gelên Kurdistanê zêdetir berz kir û hêvî û bawerbûna bi xwe ya gelê me bi mafên xwe yên rewa, zindî kir.

Ew bîranîn îro di demeke wisa de ku Herêma Kurdistanê û navçe ketiye nav qeyraneke dijwar a tendirustî û aboriyê û wiha pê de çû: “Ji bo derbasbûna vê reşwê, rêya herî baş, berî her tiştî yekrêzî û tebayiya navxwe ya Kurdistanê ye. Ez hêvî dikim ku em hemû alî, bi awayekî berpirsyar şiyana xwe bikin yek, da ku weke her dem, bi ser dijwariyan de bisekinin û hemû kêşeyên deverê jî bi rêya aştî û gotûbêjan çareser bikin. Bi vê boneyê, ez bi taybetî pîrozbahiya malbatên serbilind ên şehîdan û kesûkarên enfalkirî û kîmyabaran û zindaniyên siyasî yên gelê me dikim.”(ÎLKHA)