Li Wanê operasyona PKKê: 8 kes hatin binçavkirin

Hat ragihandin li Wanê li dijî rêxistîbûna ciwanîyê ya PKKê operasyon hat lidarxistin.

Ekleme: 14.08.2020 12:09:22 / Güncelleme: 14.08.2020 12:09:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîya Bajêra Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama operasyona ku li  dijî rêxistîbûna ciwanîyê ya PKKê hat lidarxistin de ji 10 kesên ku derheqê wan de qerara girtinê hebû 8 kes hatin binçavkirin.

Ji bo 2 kesên din ên şikdar bên binçavkirin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)