Hejmara kesên ku di teqîna li Libnanê de canê xwe ji dest dan zêde dibe

Wezîrê Tenduristîyê yê Libnanê Hamad Hassan destnîşan kir, hejmara kesên ku di teqîna li Bendera Beyrûdê de canê xwe ji dest derket 177 kesî.

Ekleme: 14.08.2020 10:05:14 / Güncelleme: 14.08.2020 10:05:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hassan di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, hêj 30 kesên ku winda bûne xeber nayê standin û dibe ku hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane derkeve 200î.

Hassan her wisa diyar kir 120 kes di lênerîna awarte de tên tedawîkirin û nêzî hezar û 500 nexweşî jî di nexweşxaneyên taybet de hatine razandin.(ÎLKHA)