3 xuşk û bira di qezaya ku pêk hat de canê xwe ji dest dan

Li navçeya Halîlîyeya Rihayê wesayîta ku tê de 3 kesên xuşk û birayên hev hebû qeza kir û ket qenala avdanê.

Ekleme: 13.08.2020 15:40:18 / Güncelleme: 13.08.2020 15:40:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li nêzî Gundê Îkîagiza Halîlîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta ku ajokarê wê Abdulazîz Bakiş bû ji ber ku şofêr hakîmîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir û ket qenala avdanê.

Di encama qezaya ku pêk hat de Abdulazîz, Zeynep û Sara Bakişa ku xuşk û birayên hev bûn canê xwe ji dest dan.

Di encama xebatên ku hatin kirin de cesedên di nav avê de hatin derxistin û derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)