Qeza vê şeveqê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan li ser Şahrêya Marmaraya Bakur li Bihoreka Jorîn qelibî û ji rê derket. Di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes canê xwe ji dest dan û 26 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Tê diyarkirin rewşa 10 kesên birîndar giran e.(ÎLKHA)