Li Somalîyê teqîn: 8 mirî

Li Mogadîşuya paytexta Somalîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hat lidarxistin.

Ekleme: 09.08.2020 10:35:13 / Güncelleme: 09.08.2020 10:35:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 8 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêma Warta-Nabaddaya Mogadîşuyê li ber baregaha leşkerî wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.

Tê diyarkirin di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 8 kes canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Muhammed Huseyînê ji rayedarên ewlehîya Somalîyê destnîşan kir, ew ditirsin ku hejmara mirîyan zêde bibe.(ÎLKHA)