Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 10 milyon û 252 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 10 milyon û 252 hezar û 461 kesî.

Ekleme: 28.07.2020 10:45:06 / Güncelleme: 28.07.2020 10:45:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar  2 milyon û  136  hezar û  603 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 656 hezar û 849  kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 16 milyon û 659 hezar û 28 kesan.(ÎLKHA)