Li Wanê 104 kîlo eroîn hat bidestxistin

Di wesayîta ku li gundê Seyrantepeya navçeya Tuşbaya Wanê hat sekinandin de 104 kîlo û 100 gram eroîn hat bidestxistin.

Ekleme: 27.07.2020 10:45:14 / Güncelleme: 27.07.2020 10:45:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin di wesayîta ku li gundê Seyrantepeya navçeya Tuşbaya Wanê hat sekinandin de 104 kîlo û 100 gram eroîn hat bidestxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di wesayîta ku li gundê Seyrantepeya navçeya Tuşbaya Wanê hat sekinandin de 104 kîlo û 100 gram eroînê di nav 203 paketan de hat bidestxistin û kesê bi navê H.K.yê ku ajokarê wesayîtê bû hat binçavkirin.(ÎLKHA)