Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê dê bibe bendereke bi ewlehî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destnîşan kir, ew ê Herêma Kurdistanê ji bo wan kesên ku ji tirsa terorê revîyane bibe bendereke bi ewlehî.

Ekleme: 26.07.2020 14:50:15 / Güncelleme: 26.07.2020 14:50:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîra Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayîq ji bo ziyaretinan çû Herêma Kurdistanê.

Fayîq ji teref Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşîwazîkirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de Wezîra Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Fayîq destnîşan kir Herêma Kurdistanê ferqê naxe navbera tu kesî û ji temamê koçberan re mazûvantîyê dike ku ew ji ber vê yekê ji Herêma Kurdistanê spas dike û ew ji bo hevkarîyê amade ne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir, digel rewşa xirab a aborîyê Herêma Kurdistanê  ji milyonek û 200 hezar koçber û penaberî re mazûvantî kir û vê mazûvantîya xwe hêj didomîne û ew ê Herêma Kurdistanê ji bo wan kesên ku ji tirsa terorê revîyane bibe bendereke bi ewlehî.(ÎLKHA)