Du wesayît li hev qelibîn: 3 jê giran 6 kes birîndar bûn

Li navçeya Eruha Sêrtê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 jê giran tevde 6 kes birîndar bûn.

Ekleme: 26.07.2020 09:40:17 / Güncelleme: 26.07.2020 09:40:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza derdora seat 17.30î de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 34 TF 583 ê ku ji Eruhê ber bi Sêrtê ve diçû û wesayîta ku plaqeya wê nayê zanîn  li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de Çawîşê Pispor Salih Yilmaz, Okan Karadenîz, Alî Aktaş, Şukruye Aktaş û 2 kesên ku navên wan nehat hînbûn birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)