Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 16 milyon û 202 hezarî

Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.

Ekleme: 26.07.2020 08:05:16 / Güncelleme: 26.07.2020 08:05:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  16 milyon û  202 hezar  û 387 kes bi vîrusê ketin û 648 hezar û 445 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 4 milyon û 315 hezar û 709  kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)