Rejîma îşxalê ya siyonîstan zarokekî Filistînî yê 12 salî revand

Eşqîyayên siyonîst ên ku cil û bergên Filistînîyan li xwe dikin û bi navê “musta’reb” tên wesfandin doh êvarî li bajaroka El-Îsewîyeya Qudsê zarokekî 12 salî revandin û gefê li şênîyê bajarokê xwarin.

Ekleme: 24.07.2020 16:09:26 / Güncelleme: 24.07.2020 16:09:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji şahidan hatine wergirtin komek ji çeteyên musta’reban  li bajaroka El-Îsewîyeyê êrîş birin li ser Filistînîyan û zarokekî 12 salî yê bi navê Muaz Uweywî revandin.

Li gorî raporta ku ji teref Navenda Lêkolînê ya Êsîrên Filistînê ve hatiye belavkirin di 6 mehên vê salê de 350 zarok  ji teref siyonîstên îşxalker ve hatin revandin.(ÎLKHA)