Wezîrê Karên Hundir: “Li Diyarbekirê 5 milyon û 134 hezar kok kenewîr hat bidestxistin”

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê destnîşan kir di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de li Diyarbekirê 5 milyon û 134 hezar kok kenewîr û tonek û nîv esrar hat bidestxistin.

Ekleme: 21.07.2020 14:20:07 / Güncelleme: 21.07.2020 14:20:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Soylu di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir, di encama 75 operasyonên ku li çoltera Licê hatin lidarxistin de  5 milyon û 134 hezar kok kenewîr û tonek û nîv esrar hat bidestxistin.

Soylu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di meheke dawî de 50 milyon û 250 hezar kok kenewîr û 10 ton esrar hat bidestxistin.(ÎLKHA)