Mesrûr Barzanî kevirê bingehê yê Devera Pîşesaziya Xwarinê li Duhokê danî

Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rêûresma danîn kevirê bingehê yê Devera Pîşesaziya Xwarinê li bajarê Duhokê birêve çû.

Ekleme: 21.07.2020 13:45:16 / Güncelleme: 21.07.2020 13:45:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di rêûresma danîna kevirê bingehê yê Devera Pîşesaziya Xwarinê li bajarê Duhokê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, biryarên girîng hatine dan, ji bo berhem û rizqê xelkê di destê xelkê bixwe de be û çavê wan li mûçe û li hikûmetê nebe.

Serokê Hikûmetê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Ji destpêka kabîneya nû de, me soz da, girîngiyê bi kartênn din ên aboriyê bidin û pişt bi yek jêderê girê nedin, ji ber wê girîngîpêdana bi karta çandinî û bazirganiyê, yek ji wan sozan bû.”

Mesrûr Barzanî di berdewama axavtina xwe de destxweşî li kompanyaya wê projeyê bicih dike û Wezareta Çandiniyê û wezaretên beşdarî di wê projeyê de dikin kir û got: Bêgûma ev ne dawî proje ye, di çend rojên bûrî de ev sêyemîn projeya stratejî ye û di pêşerojê de jî bê cudahî projeyên din ên stratejî dibin. Hikûmet bi karta taybet re hevahengiyê dike, ji bo bicihkirina wan projeyan û biryarên girîng jî hatine dan, hin proje di navbera hikûmet û karta taybet de hene, armanc ew e, berhem rizqê xelkê di destê wan de be çavê wan ne tayînkirinên hikûmetê nebe, ku bêgûman ew jî dibe hêz û wize ji hemû Kurdistanê re.Vîrusa Koronayê nebûye rêgir li pêş bicihkirina projeyên me yên stratejîk û emê bi berdewam di xizmeta gel de bin li hemû Kurdistanê bê cudahî.Eva îro bidest dikeve, ji berhema xweragî û qurbanîdana miletê me ye.”

Navçeya pîşesaziya xwarekê li qezaya Sêmêlê yê parêzgeha Duhok tê vekirin, yek ji mezintirîn projeyên pîşesazî ye, ku ne tenê xizmeta Duhokê, belkû xizmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê jî dike.

Ew proje li ser 1423 Donim zevî tê avakirin û nêzîkî 275 kargehên curecur ên xwarekê lê tên avakirin, ku dikarin piraniya berhemên cotkarên Herêma Kurdistanê werbigirin.

Herwiha li wê navçeya pîşesazî 229 komgeh tên avakirin, ku dikare berhemên cotkaran ji bo heyama çend mehan rakin. Ji bilî wê jî, çendîn hotel, motel, xwaringeh û cihên din xizmetguzariyê tên avakirin.(ÎLKHA)