Li Efxanistanê êrîşa bombeyî: 8 leşker canê xwe ji dest dan

Li bajara Wardaka Efxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li karwana leşkerî hat kirin.

Ekleme: 21.07.2020 13:30:17 / Güncelleme: 21.07.2020 13:30:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa ku ji teref Talîbanê ve hat lidarxistin de 8 leşkerên ji artêşa Efxanistanê canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 9 leşker jî birîndar bûn.

Talîban bi daxuyanîya ku belav kir êrîşê girt li ser xwe.(ÎLKHA)