Li Azezê teqîn. 5 mirî 85 birîndar

Li navçeya Azeza bajara Haleba Sûrîyê bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat lidarxistin.

Ekleme: 20.07.2020 11:15:14 / Güncelleme: 20.07.2020 11:15:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 5 kes canê xwe ji dest dan û 85 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bi wesayîta bombebarkirî êrîş li gundê Sîccuya girêdayê Azezê hat kirin. Ji ber êrîşa ku hat lidarxistin 5 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan û 85 kesên sîwîl jî birîndar bûn.

Sîwîlên ku di êrîşê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Tê diyarkirin êrîş ji teref PKK/YPGê ve hat lidarxistin, lê hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)