Hejmara cesedên ku ji Gola Wanê hatin derxistin derket 59an

Di encama xebatên lêgerînê de ji Gola Wanê cesedê 5 koçberên din jî hatin derxistin û hejmara cesedên ku hatin derxistin derket 59an.

Ekleme: 20.07.2020 09:15:13 / Güncelleme: 20.07.2020 09:15:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî vê çendakî tekneya koçberan a ku ji gundê Altinsaça navçeya Gevaşa Wanê derketibû di Gola Wanê de binav bûbû û ji koçberên ku di teknê de bûn xeber nedihat standin.

Di encama xebatên lêgerînê yên ku ji wê rojê vir ve hatine destpêkirin de heta niha cesedê 59 koçberan ji golê hat derxistin ku di nav van da cesedê pîrek û zarokan jî heye.

Xebatên lêgerînê hêj berdewam dikin.(ÎLKHA)