2 malbatên din jî beşdarî nobeda li ber avahîya HDPê bûn

Malbatên ku li ber Avahîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê ji bo zarokên xwe çalakî dabûn destpêkirin bi hêvî nobeda xwe didomînin.

Ekleme: 17.07.2020 18:50:08 / Güncelleme: 17.07.2020 18:50:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îro ji navçeya navendî Yenîşehîra Diyarbekirê û ji navçeya Antakyaya Hatayê 2 malbatên din jî beşdarî  çalakîya nobedê ya malbatan bûn. Bi beşdarbûna van her 2 malbatan hejmara malbatên ku beşdarî çalakîya li ber HDPê bûn derket 147 malbatî.

Alî Ozkanê ku destnîşan kir ew ji bo xuşka xwe Esra Ozkan beşdarî nobeda ewladan bûye û dû re got “Xuşka min di sala 2013an de dema ku li Zanîngeha Muş Alparslanê dixwand hat xapandin û hat revandin çiyê. Ji wê rojê ve em jê xeber nastînin.”

“Ez hatim vê derê da ku xuşka xwe ji PKKê bistînim”

Ozkan di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ew hatiye vê derê him ji bo xuşka xwe û him jî ji bo destekê bide malbatên li vê derê. Ozkan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez dixwazim xuşka xwe ji destê vê rêxistina melûn bistînim.Dê û vavê min îxtîyar e, ji ber şobê ew nehatin.  Di şûna wan de ez hatim. Ez hêvî dikim ku xuşka min were û em şahîya îdê bijîn. Em ji xortan daxwaz dikin ku bi gotinên PKKê neyên xapandin. Heta xuşka min neyê niyeta min tune ye dev ji vê micadelê berdim.”

“Me xeber stand ku lawê me li Qandîlê ye”

Nîhat Aydinê ku lawê wî Mehmet Aydin di sala 2015an de hat xapandin û hat birin li serê çiyê destnîşan kir ew ji navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê beşdarî vê çalakîyê dibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez ji bo lawê xwe hatim vê derê. Ger piçika wijdanê bi wan re hebe ew ê lawê min bişînin. Di sala 2015an de dema ku lawê min 13 salî bû qaşo di wê heyama çareserîyê de ji teref HDPyîyan ve hat tevandin. Me xeber stand ku lawê me li Qandîlê ye. Heta ku lawê min neyê ger ez bimirim jî ez terka vê derê nakim. Ez qet xeberê ji lawê xwe nastînim. Lawê min ger tu dengê min dibihîze neskine were teslîmî dewletê bibe. Lawê rojekê şeveqê çû mektebê û nema hat. Me xeber stand ku li Qandîlê ye.”(ÎLKHA)