Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 8 milyon û 285 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 8 milyon û 285 hezar û 808 kesî.

Ekleme: 17.07.2020 10:15:17 / Güncelleme: 17.07.2020 10:15:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar  milyonek û  679 hezar û 633 kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 592 hezar û 791  kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 13 milyon û 953 hezar û 800 kesan.(ÎLKHA)