Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 13 milyon û 953 hezarî

Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.

Ekleme: 17.07.2020 10:15:16 / Güncelleme: 17.07.2020 10:15:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  13 milyon û  953  hezar  û 800 kes bi vîrusê ketin û 592 hezar û 791 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 3 milyon û 695 hezar û 25 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)