Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 17 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 16.07.2020 11:15:15 / Güncelleme: 16.07.2020 11:15:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 17 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ev bû roja duyemîn ku hejmara pêketîyan di bin hezarekî de ye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Hejmara nexweşên me yên ku baş bûne ji yên ku nexweş ketine zêdetir e. Li Malatya, Trabzon, Kîlîs, Yalova, Bayburt û Ardaxanê ev bû 3 roj qet kes pê neket.”

Di 24 seatên dawî de 42 hezar û 320 test hatin kirin û di encama van testan de bi 947 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)