Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 8 milyon û 166 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 8 milyon û 166 hezar û 465 kesî.

Ekleme: 16.07.2020 10:50:06 / Güncelleme: 16.07.2020 10:50:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar  milyonek û  645 hezar û 966  kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 587 hezar û 144  kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 13 milyon û 706 hezar û 50 kesan.(ÎLKHA)