Meksîka û Amerîka ji ber Coronavîrusê heta 21ê Tîrmehê sînorên xwe girtin

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Derve ya Meksîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 15.07.2020 10:09:27 / Güncelleme: 15.07.2020 10:09:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ev qerar ji ber zêdebûna rîskê hatiye dayîn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin; “Ew ê li herêma sînorê her du welat tevdîrên tenduristîyê bistînin û ew ê tevdîr heta 21ê Tîrmeha sala 2020an berdewam bike.”

Li Amerîkayê heta niha 3 milyon û 541 hezar û 77 kes bi Coronavîrusê ketin û 139 hezar û 143 kes jî ji ber Coronavîrusê mirin.

Li Meksîkayê jî 311 hezar û 486 kes bi Coronavîrusê ketin û 36 hezar û 327 kes ji ber Coronavîrusê mirin.(ÎLKHA)