Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 13 milyon û 462 hezarî

Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.

Ekleme: 15.07.2020 08:15:06 / Güncelleme: 15.07.2020 08:15:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  13 milyon û  462  hezar  û 655 kes bi vîrusê ketin û 581 hezar û 316  kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 3 milyon û 545 hezar û 77 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)