Xebatkarê TRTê di behrê de canê xwe ji dest da

Ehmed Salim Çakarê xebatkarê TRTê li navçeya Samandagiya Hatayê ji bo hênik bibe ket behrê û canê xwe ji dest da.

Ekleme: 14.07.2020 15:25:21 / Güncelleme: 14.07.2020 15:25:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li navçeya Samandagiya Hatayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Ehmed Salim Çakarê xebatkarê Midûrtîya Herêma Diyarbekirê yê TRTê ji bo karê TRTê çû Hatayê.

Çakar û çend hevalên xwe ji bo hênik bibin pêkve ketin behrê. Çakarê ku ket behrê ji ber şîpa di behrê de li ber xwe da. Hevalên wî piştî çend deqîqeyan wî ji behrê derxistin. Digel temamê midaxeleyan Çakar li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Cenazeya Çakar hat rakirin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Samandagiyê.

Hat hînbûn piştî karên otopsîyê dê cenaze ji nasên wî re bê teslîmkirin.

Çakar zewicî bû û qîzke wî hebû. Çakar demeke dirêj di Ajansa Nûçeyan a Îlkê edîtortîya Îngîlîz kir.(ÎLKHA)